20 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
ÎZMÎR
Bisqilêtên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan weke diyariya cejnê ji zarokên malbatên feqîr ên Sûriyeyê ra şandibûn, hatin teslimkirin.
Waliyê Îzmirê Erol Ayyildiz li taxa Murata navçeya Konaka Îzmirê di dema belavkirina bisqilêtan da bi zarok û welatiyan ra sohbet kir.
Ayyildiz silavên Serokomar Erdogan li zarok û malbatan kir û cejna wan pîroz kir.
Ayyildiz li ser navê zarokan sipasiya Erdogan kir û wiha xeberda: "Ev 6 bisqilêt diyariyên Serokomarê me ne. Di eydê da negihîşt hev ku ez bînim. Li ser daxwaz û telîmata Serokomar em ê bisqilêtan bidin."
Ayyildiz hişyarî da zarokan ku dernekevin ser rê û trafîkê û got ku baldar bin û bisqilêta xwe bidin hevalên xwe jî.