DIYARBAKIR
Li Sîlvana (Farqîna) navçeya Diyarbekirê hilbijêrên extiyar û nexweş bi alîkariya eqrebayên xwe çûn li ser sandoqan û rayên xwe avêtin.
Li Farqînê reyavêtina ji bo hilbijartina serokomar didome, nexweş û extiyarên herêmê bi alîkariya xizmên xwe çûn li ser sandoqan. Ji hilbijêran Samiye Gerçekoglûya 81 salî piştî reyavêtinê axivî got ku hilbijartin li gelê herêmê bi xêr be.
Gerçekoglû got:
"Bi vî halê xwe yê nexweş bi alîkariya xizmên xwe hatim li ser sindoqan. Kîjan namzed ji bo welat, gel û herêma me bi xêr be hêvî dikim ku ew bibe serokomar. Min jî reya xwe avêt. Înşaellah hewldana me têk neçe."
Nexweşê nav nivînan Silêman Înanê 75 salî digel hevjîna xwe Fecra Înan bi alîkariya zarokên xwe hatin li ser sandoqan û reya xwe avêt. Welatiyek jî piştî reyavêtinê govend girt.
Mêrdîn
Tekane malbata ermenî ya li Dêrika navçeya Mêrdînê dijî jî reya xwe avêt. Nayif Demîcî bi xanima xwe Yûşalîn Demîrcî re çû xwendegeha seretayî ya Cûmhûriyetê reya xwe avêt. Malbatê piştî dengdayinê got ku em wezîfeya xwe ya welatîbûnê bi cih tînin, li welêt cara ewil gel serokomar hildibijêre, em bi vê bextewar bûn.
Tekane malbata suryanî ya li navçeya Omerê jî çû li ser sandoqan reya xwe avêt. Danyal Akdemîr digel maliyên xwe li xwendegeha destpêkê ya Zubeyde Xanimê dengê xwe da.