Li Farqîna navçeya Diyarbekirê ji ber bûyera revandina 10 personelên DEDAŞê kesek hat binçavkirin.
Hat ragihandin lêpirsina der barê revandina personelên DEDAŞê de dewam dike.
C.G.yê ku hat binçavkirin ji bo îfadeya wî birin Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a li gundê Çatakkopriyê.
Kesên rûpêçayî li nêzî Donenkayaya mezreya gundê Gurpinara Farqînê wesaîta xebatkaran dabûn seknandin û piştî kontrola nasnameyan 10 xebatkarên DEDAŞê revandibûn. Xebatkar piştî demekê li nêzî navçeya Hezroyê serbest hatibûn berdan.