İsmail Hakkı Demir
10 Nîsan 2021•Rojanekirin: 11 Nîsan 2021
Li Erzirom, Erzincan, Erdexan û Îdirê ji ber qedexeya derketina derva ya ji bo tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) dawiya hefteyê hat îlankirin kuçe û kolan vala man.
Ji ber ku di nav bajarên xetereya zêde da cî digrin li Erzirom, Erzincan, Erdexan û Îdirê ji duh saet 21.00ê hetanî saet 05.00ê 12ê nîsanê roja duşemê qedexeya derketina derva hat îlankirin. Hat dîtin ku li van bajaran welatî guh didin qedexeyê.
Li bajaran kuçe, kolan û meydan vala man, hêzên ewlekariyê jî li ketin û derketina bajaran kontrol kirin.
Ekîbên polêsan nasname û belgeyên kesên gotin ku wezîfedar in kontrol kirin û destûr dan ku derbas bibin.
Li bajarên herêmê jî hat dîtin ku çûyîn û hatina ajokar û peyayan kêm bûye.