Peyamnêran bi bîr xistin ku guhdarkirinên nehênî di nava gel de wekî "sîxurî" tê binavkirin û ji Erdogan pirsîn ka gelo mueyîdeya vê dê çi be? Erdogan jî wiha axivî:
"Mueyîdeya vê dê gelekî giran be. We jî anî ziman, ev cure kar dikeve çarçoveya sîxuriyê, ajaniyê. Lê belê em ê li benda dadê bin da ku biryareke adil bide. Hûn jî dizanin, hinek dadgeh nikarin biryarên adil bidin. Ji ber ku pergala dadê wisa çewt dîzayn kirine. A niha divê ku pergal bê rastkirin. Ji ber vê çendê jî me ji LBDDyê ve dest bi sererastkirinê kir. Dema ku ew bixwazin, dikarin ku herkesî di her wextî de guhdar bikin. Ne tenê guhdarkirin, dîmenan jî digrin. Ev cure kar gelek caran kirin û dikin."
Erdogan got ku bi sedhezaran kes hat guhdarkirin. Rojnamegeran li ser vê gotina Erdogan, jê pirsîn ka gelo hejmara kesên ku hatine guhdarkirin bi teqez diyar e? Erdogan jî wiha bersiv da: "Ev li saziyên ku pê re eleqedar in, kifşe ye. Ne dirust e ku ez a niha li vir eşkere bikim, lê ez dizanim ku li vî welatî bi dehhezaran kes hatin guhdarkirin."
-Hevdîtina Erdogan ya li gel Mustafa Koç
Peyamnêrekî din jî ji Erdogan wiha pirsî: "Qasî ku ez dizanim, gelek kes ji bo bi we re bêne bal hev di dorê de sekinîne. We eşkere kir ku hûn ê li gel patronê medyaya navdar re neyêne bal hev. Mustafa Koç jî heta niha gelek caran ji we daxwaza hevdîtinê kiribû, lê we randevû nedabûyê. Min gotegotek bihîst. Dibêjin Mustafa Koç ji bo ku bi we re bê bal hev ji derveyî welat rayedarekî payebilind kiriye dewrê. Ev rast e? Erdogan bersiv da û got: "Rast e, lê navê wî ji min hîn nebin."
Rojnameger dîsa wiha got: "Gelo ez bêjim dibe? Ew kes Barzanî ye. Lê ez tênagihêjim ka ev çi cure têkiliyek e? Mustafa Koç ji bo ku we bibîne Barzanî dixe dewrê."
Helbet li Herêma Kurdistana Iraqê veberhênanên Koma Koçê hene. Ji ber vê jî dibe ku têkiliyên wan bi rayedarên wir re hebin. Lê daxwaza vê randevûyê ji Elî Beg hat. Min jî ji serpereştê xwe re got, "nexwe bila herdu bira bi hev re bên. Ango ev randevû wiha qewimî."
Li ser pirsa "Ew ê bi rastî jî Rafîneriyên Ûgandayê bistînin?", Erdogan wiha got: "Na, em neketine wan mijaran."
Rojnamegerekî din jî pirseke wiha li Erdogan kir: "Eger Barzanî ji bo Aydin Dogan jî ji we re têlefon bike dê derfetekê ji bo Aydin çêbibe?
Erdogan wiha bersivand:
"Rewşa Aydin Dogan dijwartir bû. Na, divê ku ew hin derdorên cudatir bixe dewrê. Ji ber ku a niha polîtîkayên wan ên weşanê, wisa zêde ne bi exlaqî ne. Heta meriv dibê qey bi rêxistina parelel re di nava hevkariyê de ne. Her wisa qunciknûsên wan jî wisa ne. Piştî hemû ev cure karan a niha ez nikarim bêjime wan, ka bila werin, em hevdu bibînin, dê baş be. Tiştekî wisa berevajiyê tebîet û fitreta min e."
- Pakêta demokratîkbûnê ya ku di meclisê re derbas bû, bandoreke xwe li ser herêmê heye
Li ser pirsa rûdanên der barê rêxistina parelel û berteka BDPê ya li hemberê 17ê çileya pêşîn, ka gelo dê tesîreke çawa li ser pêvajoya çareseriyê bike, Erdogan wiha axivî: A niha netîceyên ku em ji prosesa aştiyê digrin erênî ne û nirxandinên me jî bi xweşbînî ne. Em hêvî dikin ku pêşveçûnên baş dê çêbin.
-Wekî Serowezîrê Komara Tirkiyeyê ez diqehirim
Erdogan diyar kir û wiha got: "Mitînga ku me li Diyarbekirê çêkir, mîladek bû. Bihevrebûna me ya li gel Mesûd Barzanî, Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises ji bo herêmê bû xwîneke teze."
Erdogan got ku piştî mitîngê, li navçeyên Diyarbekirê jî geriyaye û wiha dewam kir: "Li wan deran, bo nimûne, ciwanan bi dengekî bilind digotin ku edî em kerixîne, em beecîne, me ji vê rewşê xelas bikin. Helbet ez jî wekî Serowezîrê Komara Tirkiyeyê diqehirîm û aciz dibim."