Wezîr Yildiz ji bo xebatên hilibijartinê li Mêrdînê bi Parlementerên AK Patiyê Muammer Guler, Gonul Bekîn Şahkulubey û Abdurahîm Akdag re lî taxa 13 Martê bi welatiyan re hat bal hev.Yildiz li vir axivî û diyar ku ew tu carî destûrê nadin ku kes êrîşî Serokwezîr û şaxên AK Partiyê bike.
Wezîr Yildiz ragihand ku rayeya ku welatiyan daye wan tu carî nadin kesekî din û wiha got:
"Rayeya ku welatiyan daye me em tu carî nadin kesekî din. Heke welatiyên me bêjin ku 'hevalno xwedê ji we razî be, êdî bes e' em ê bejin 'ser seran ser çavan'. Em tu carî destûrê nadin ku kes êrîşî Serokwezîr û şaxên AK Partiyê bike. Lewra gelê me ev raye daye me. Em nikarin ku ji yekî din re bêjin 'keremke hevalo raye bila dî destê te de be. Tu rayeyeke me ya wisa tune. Em tu bi serê xwe têkoşina desthilatiyê nadin. Em bi kursiyên xwe ve girêdayî nînin û vê tucarê ji bîr nekin."
Yildiz der heqê hilbijartinên herêmî de jî got: "Hilbijartinên 30yê adarê bi tenê hilbijartinên şaredariyan nînin. Mijar ew e ku hûn ê der barê îstiqrara Mêrdîn û Tirkiyeyê de terciha xwe bikin. Beriya her hilbijartinan tiştên tevlihev derdixin pêşiya Tirkiyeyê. Ev tiştana nayên qebûlkirin. Em ê di 30yê adarê de hem îdareya gel hem jî îdareya Tirkiyeyê nîşan bidin."