Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan der heqê desteserkirina ku li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê de got: "Hin kesên ku bi siyatê re mijûl in û divê bi eqlê selîm tevbigerin, ez dibînim ku di nav tehrîkê de ne, vê pêvajoyê û welatiyên me yên ku li wê derê wekî ku qet tunene hesab dikin. Bi wan gotinên xwe dixwazin ku me tehrîk bikin lê em nikarin guh bidin wan tehrîkên wan."
Serokwezîr Erdogan li Trabzonê piştî ku ji Walîtiyê vegeriya derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê bû. Di dema ku ji Walîtiyê veqetiya jî bersiva pirsên rojnamegeran da."
Ji bo pirsa bûyera ku li Mûsilê qewimî got: "Ev êdî ji bûyera Mûsilê derket û pêvajoyeke ku ji wê pê ve diqewime ye. Ev bûyer êdî pirsgirêka hemû Iraqê ye. Ev agir hema hema pekiya hemû parêzgehên Iraqê."
"Tehrîkkarên derve û hundirê welêt vala nasekinin"
Serokwezîr bal kişand ser tevgerên DÎŞIyê û got: "Ev êdî bi tenê ne bûyera endamên DÎŞIyê ye lewra ji wan jî derbas bû. Niha ber bi pevçûnên mezheban ve diçe û dibe ku bibe şerê mezheban jî. Tehrîkkarên derve û hundirê welêt vala nasekinin û li vê derê rolên pir mezin dikin. Niha ji bo me him xebatkarên me yên Serkonsolosxaneyê û him şofêrên welatiyên me û him jî welatiyên me ji bo me pir girîng in. Ji ber vê yekê jî em di gavên ku diavêjin de bi baldarî tevdigerin. Hin kesên ku bi siyatê re mijûl in û divê bi eqlê selîm tevbigerin, ez dibînim ku di nav tehrîkê de ne, vê pêvajoyê û welatiyên me yên ku li wê derê wekî ku qet tunene hesab dikin. Bi wan gotinên xwe dixwazin ku me tehrîk bikin lê em nikarin guh bidin wan tehrîkên wan. Ez û hevalên min ,Serokomar, Serokê Sererkaniyê, MÎT û hemû berpirsyarên din ji nêz ve bûyerê dişopînin. Daxwaza me ya ewil ew e ku em welatiyên xwe yên wê derê bê qeza û bela bînin welatê xwe. Ji bo vê yekê jî niha hemû hevdîtin tên kirin, divê em ewilî vê yekê hel bikin."
Serokwezîr diyar kir piştî ku ji Trabzonê vegeriya Enqereyê dê civîneke berfireh bikin û di civînê de li ser meseleya Mûsil û Telaferê biaxivin.
Endamên DÎŞIyê ji bo Telafer a navçeya Mûsilê ku piraniya wê tirkmen in dagir bikin îro dabûn ber guleyan.