Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariya hatin hildan, milîtanên DÎŞIyê ji duh virda êrîşî Telafera ku tirkmenên şiî lê dijîn, dikin. Hat ragihandin ku piştî şereke giran gelek tax û hin herêmên Telaferê ji destê hêzên hikûmetê derketin û ketin destê milîtanên DÎŞIyê.
Hat destnîşankirin ku bi sedan malbatên şiî koçî Sîncara navçeya Mûsilê dikin û malbatên sunî jî koçî navenda Mûsilê dikin. Sîncar di destê pêşmergeyên Kurdistanê de ye.
Ji hêla din ve hat ragihandin ku yekîneyên artêşa Iraqê bi cebilxaneya xwe ji herêmê revîn û hatin Sîncarê, beriya ku têkevin bajêr pêşmergeyan çekên wan ji wan sitandin.
Beriya vê bûyerê hin milîtanên DÎŞIyê bi destê polêsên herême ve li Telaferê hatibûn binçavkirin. Rêxistina DÎŞIyê ji wan xwestibû ku bira milîtanên wan serbet bên berdan. Piştî bersiva neyînî rêxistinê duh êrîşî navçeyê kiribû.