HEWLÊR
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî li Hewlêrê hatin bal hev û piştî hevdîtinê jî civîna çapemeniyê lidarxistin.
Serokwezîr Davutoglu di civînê de got: "Ewehiya Iraqê ji bo Tirkiyeyê girîng e û ewlehiya Rêveberiya Herêmî jî ji bo me mijareke sereke ye."
Ji xeberdana Davutoglu mijarên ku derketin pê ev in:
"Li Iraqê siyaseteke ku bikaribe hemû komên dînî, mezhebî û nijadî di nav xwe de bihewîne û nûnertiya wan bike tercîha me hemûyan e û avahiyeke wiha garantiya pêşeroja Iraqê ye jî."
"Ji ber ku li herêma sînorê Tirkiyeyê ye û ewlekariya Tirkiyeyê eleqedar dike, bi taybetî îstiqrar û ewlekariya Rêveberiya Herêma Kurdistanê û herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê mijareke zehf girîng e. Tirkiyeyê ji bo ewlekariya herêma Kurdistanê çi hewce be yê bike. Ev ji bo me mijarake hem tarîxî û mirovahî, hem jî stratejîk e. Me li ser meseleya perwerdeyê jî xeber da. Perwerde jî tev em ê ji vir şûnde alîkariyên piştgiriya ewlekariyê jî zêde bikin û bidomînin."
"Em bi tenê ne li ser Iraqê li ser mijarên ku hemû herêmê eleqedar dikin sekinîn. Lewra êdî her mijar bi mijara din ve girêdayî ye û hev eleqedar dikin. Destûra ku ji bo pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin me da, asta têkiliya pêbaweriyê ya di navbera me de baş nîşan dide. Lewra ev herêmana ji aliyekî ve cînarê me ne û ji aliyê din ve jî cînarê Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê ne."
"Duh bi birêz Îbadî re û îro jî bi birêz Barzanî re em li ser meseleya vejenê bi awayekî dûr û dirêj sekinîn. Dosyaya vejenê dosyayeke wisa ye ku heke herkes bi awayekî baş û maqûl tevbigere wê bi kêrî hemû kesan bê. Heke lihevkirinek pêk bê herî zêde dê Tirkiye ji vê yekê kêfxweş bibe. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin."