DIYARBAKIR
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemir tebaxa çînî û pirtûka bi kurdî ya bi navê "Amed"ê diyariyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî kir.
Parlamenterê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu, hunermend Şivan Perwer û Serokê HKIFê Mesûd Barzanî bi hev re çûn Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê. Serokê Şaredariyê Osman Baydemîr li ber wêneyê Diyarbekirê yê ku di sala 1939an de hatiye kişandin der barê bajêr de agahî da mêvanan. Ji bilî heyeta ku bi Barzanî ve hatiye, nûnerên rêxistinên sîvîl yên civakê, Parlamenterê Diyarbekirê yê AK Partiyê yê berê Abdurrahman Kurt jî di hevdîtinê de cih girtin.
Hevdîtina wan qasî saetekî dewam kir û Barzanî got: " Armanca me ew e ku em pirsgirêkên kurdan çareser bikin. Rojên kurda yên dijwar derbas bûn. Kurda hebûna xwe îsbat kirin. Em bi mebesta aşitiyê hatin Diyarbekirê. Ji bo aşitiyê hewcedarî hebe ez dikarim 10 caran jî werim."
Baydemir jî got ku êdî meyt nayên li Diyarbekirê û ne jî ji Diyarbekirê diçin bajarên din. Ev bextewarî ye. Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk û Parlamentera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana jî ji bo ziyareta Barzanî kêfxweşiyên xwe anîn ziman.
Baydemir piştî hevdîtinê tebaxeke çînî ya ku nîşaneya Diyarbekirê ye û pirtûka kurdî ya bi navê "Amed"ê diyariyê Barzanî kir.
Piştre di restorantekî de Barzanî, Baydemîr, Serokê Giştî yê HAK-PARê Kemal Bûrkay, hin parlementerên din û nûnerên rêxistinên sivîl bi hev re xwarin xwar in. Li vir wêneyê Mele Mistefa Barzaniyê bavê wî diyariyê wî kirin.