TBMM
Serokomar Abdullah Gul li TBMMyê ji bo Heyama 24emîn a sala qanûnsaziyê ya 4emîn axaftinek kir.
Gul wiha got: "Min hewl da ku ez desthilat û berpirsyariyên ku makezagonê dane min li gor teamûlên demokratîk, serdestiya hiquqê û hesasiyetên gelê me bi kar bînim û min ji bo vê hewl da. Min guh neda niqaş û zordariyên hilbijartina 2007an yên li dijî demokrasiyê. Min hewl da ku Tirkiye normal bibe."
Gul Besteka Demokratîkbûnê jî nirxand û wiha pê de çû: "Ez ji gavên ku ji hêla Birêz Serokwezîr ve hatin avêtin û dê ji bo pirsgirêkên welatê me bibin çareserî jî kêfxweş dibim. Besteka Demokratîkbûnê girîng e. Divê ev pêvajo dewam bike."
Gul bal kişand ser kîn û nefreta di nav civakê de jî û got: "Divê em di hemû niqaşan de nebêjin reş-spî, xelet-rast, ji me ye-ne ji me ye, dot-dijmin. Divê em dev ji van gotinan berdin û wek civak bi hev re qîmetê bidin fezîlet û nirxên demokrasiyê."
Gul der heqê bûyerên Geziyê de jî wiha got: "Dema em hêvî û daxwazên xwe tînin zimên, divê em serî li tundiyê nedin. Dema wisa be yê li hemberî me jî me baş fêm nake. Peyama ku em dixwazin bigihije cih jî, nagihije cih. Bi vê tecrûbeyê ve divê em zêdetir piştgiriyê bidin demokrasiyê."