Gaûck dema ku bersiva pirseke der barê biryarên darderkirinê yên li Misrê da, destnîşan kir ku li Almanyayê cezaya dardekirinê tune ye û ewropayî vê yekê fehm nakin. Serokomarê mêvan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em gelek bi fikar in. Em nikarin xweş bibînin ku li hikûmeteke berwext û di civakeke ku diguhere de darazeke ku ev qas tehdeyê dike bê bikaranîn. Bi taybetî divê di maweyên derbasbûnê de nêrîna darazê ji ya berê baştir be. Ji ber vê yekê em dê demek herî nêz de bi derfetên dîplomatîk ve bi birêvebiriya misrê ya niha re bikevin nav têkiliyê."
-Peyama Serokwezîr Erdogan a der barê bûyerên 1915an de
Ji Gaûck xwestin ku peyama Serokwezîr Erdogan a der barê bûyerên 1915an de binirxîne. Gaûck li ser vê yekê diyar kir ku li Almanyayê di mijara xururê de hişmendiyekek neteweyî tune ye, ji ber vê yekê bi demê re xwe bi xwe rexne dikin.
Gaûck got ku zehmete ku dewleteke hêzdar van peyaman qebûl bike û rastî pirsên rexneyî bê, lê belê ev yek nîşaneya civakeke sivîl a xwebariya wê zêde ye. gaûck axaftina xwe wiha berdewam kir: "Siyasetmedarekî wekî Birêz Serokwezîr muhafazakar şêwazeke nû got, bi ya min jî ev rûpeleke nû ye. Ev ji min re zehf balkêş, nas û rast tê. Gelo civakeke jixwebawer dikare xwe rexne bike û ji rabirdûya xwe serbilind be an dikare polîtiqayeke sembolîk a aştîyê tetbîq bike? Ji ber vê yekê ez wisa difikirim ku dema mirov peyvên xwe hildibêjêre divê tu sansurê neke."
Serokomar Gul piştî civîna hevpar ya bi gaûck re bersiva pirsên rojnamevanan da.
Ji Gul xwestin ku biryarên dardekirinê yên ku li Misrê der barê derbenexwazan de hatibûn dayîn binirxîne. Gul, li ser vê yekê wiha axivî: "Di heyameke derasayî de, di heyama ku ji demokrasiyê dûr ketine de, biryarên ku dadgehên wiha siyasî dan nayên qebûlkirin, eqlê mirov ji van biryaran nabire ne mimkun e ku bên qebûlkirin. Ev di vê heyamê de nayên qebûlkirin, ev qas cezayên giran û ev qas cezayên mirinê. Ez cezayên bi vî awayî ji bo dahatûya Misrê wek xerabiyeke gelek mezîn dibînim."