ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê paşvekişîna Hakan Fîdan ya ji bernamzediya parlamenteriyê de wiha got: "Çawa ku xwest ji bo parlementeriyê bibe bernamzed û me destûr dayê, dema xwest ku ji namzediyê vekişe jî min rêz nîşanî biryara wî da û duh ev daxwaza wî qebîl kir. Wexta ku ji wezîfeya xwe veqetiya, tenê bi îmzeya min ev pêk hat, duh jî dîsa bi heman awayî me ew îadeyî wezîfeya wî kir. Ez û serokomarê me der heqê vê mijarê de ji hev cuda nafikirin."