DIYARBAKIR
Plana Çalakiyê ya GAPê ya ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Mêrdînê eşkere kir li herêmê bû sedema kêfxweşiyê.
Karsaz û saziyên civakî yên sîvîl der barê projeyê de kêfxweşiyên xwe anîn zimên.
- "Qedera herêmê wê biguhere"
Serokê Borseya Bazirganiyê yê Diyarbekirê Ebubekir Bal ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku bi saya vê projeyê, veberhênanên ku li Adiyaman, Batman, Diyarbekir, Gazîentab, Kîlîs, Mêrdîn, Sêrt, Şanliurfa û Şırnexê demek dirêje dewam dikirin wê ben temamkirin.
Bal destnîşan kir ku li Diyarbekirê bêkarî ji sedî 25 e û wiha axivî: "Plana Çalakiyê ya GAPê ya ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Mêrdînê eşkere kir ji ber ku wê bêkariyê kêm bike pir girîng e. Dema em agahiyên tên dayîn dinêhêrin dibînin ku plan gelek baş hatiye amadekirin. Ev pla wê piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê û bi saya veberhênanan bêkarî wê kêm bibe, koçberiya bajarên din wê kêm bibe."
- "Dozên xwînê wê ji holê rabin"
Serokê Komeleya Karsazên Ciwan ên Başûrê Rojhilat (GUNGÎAD) Hakan Akbal jî li ser komîkirina eraziyan sekinî û wiha got: "Dema xebatên komîkirinê bên temamkirin, îxtilafên li ser eraziyan wê biqedin û dozên xwînê ji holê rabin. Di vê dema ku çek ker bûne de plan bikeve rewacê wê pir baş be."
- "Plan li gor hêviyên me ye"
Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaz ên Mêrdînê (MARSÎAD) Nasir Duyan jî got ku ew pir kêfxweşin ku Serokwezîr Davutoglu Plana Çalakiyê ya GAPê li Mêrdînê eşkere kiriye û wiha axivî:
"Kesên wê li Mêrdînê veberhênan bikin benda projeyên vejen, ragihandin û avdayînê bûn. Palana ku Serokwezîr Davutoglu eşkere kir li gor hêvî û daxwazên me ye."
- "Wê piştgiriyê bide aramiyê"
Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Musteqîl ê Şaxa Mêrdînê (MUSÎAD) Mehmet Nurettîn Kasap jî destnîşan kir ku ev plan li gor plana ewil zêdetir têr û tije ye û budçeyeke mezin li gor vê hatiye xerckirin.
Kasap wiha axivî: "Ev plan wê di jiyana welatiyan de bibe sedema qelîteyê û wê piştgiriyê bide aramiyê. Pêvajoya çareseriyê û ev plan wê bi hev re bimeşe û evê jî bibe sedema pêşveçûnê ya herêmê."
- "Li herêmê hejmara muteşebîsên jin wê zêde bibe"
Muteşebîs Denîz Beşenka mêrdînî daxuyand ku Plana Çalakiya GAPê di 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de hat eşkerekirin û wek jinek ev ji vê planê kêfxweş e.
Beşenk wiha axivî: "Veberhênan aramiyê, ewlehiyê û îstiqrarê dixwazin. Bi pêvajoya çareseriyê ve li herêma me ev pêk hat û ev jî wê bibe sedem ku kesên ku dixwazin li herêmê veberhênan bikin werin. Bi Pêvajoya çareseriyê û Plana Çalakiyê ya GAPê ve li herêmê hejmara jinên muteşebîs wê zêde bibe."
- "Herêmê gelek pêş ve here"
Wekîlê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Batmanê (BTSO) Sedat Guneş jî anî ziman ji bo ku herêm pêş ve here aramî girîng e û wiha dewam kir: "Bi planê ve li herêmê pirsgirêka bêkariyê wê bê çareserkirin. Bi pêvajoya çareseriyê ve ev plan wê bikeve rewacê û bi vî awayî herêmê gelek pêş ve here."
Wekîlê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Sêrtê Nedîm Kuzu jî got ku bi vê planê ve li herêmê di nav 3 salan de 27 milyar lîre veberhênan wê çêbe û wiha dewam kir: " Evê jî aboriya herêmê wê pêş ve bibe. Plana ku hat eşkere kirin ji bo me kêfxweşî ye. Em spasiya Wezareta Pêşketinê û rayderaên din ê ku bûne vesîle dikin."