26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
ANKARA
Rûniştina dawîn a Ezmûnên Bicihkirina Lîsansê (LYS) a beşa edebiyat û cografyayê (LYS-3) hat kirin û kuta bû.
Piştî LYS-3yan maratona îsal a LYSê kuta bû..
Ezmûn li 81 bajarên Tirkiyê û Lefkoşaya Qibrisê di saet 10.00î da dest pê kir. 857 hezar û 32 kesan serî li ezmûnê dabû. Ezmûnê di rûniştinekê da hat kirin û 120 deqeyan dewam kir.
Di LYS-3yan da pirsên Ziman û Edebiyata Tirkî û pirsên Cografya-1ê hatin bersivandin.