26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
ANKARA
Rûniştina dawîn a Ezmûnên Bicihkirina Lîsansê (LYS) a beşa edebiyat û cografyayê dest pê kir.
Ezmûn li 81 bajarên Tirkiyê û Lefkoşaya Qibrisê di saet 10.00î da dest pê kir. 857 hezar û 32 kesan serî li ezmûnê da. Ezmûnê di rûniştinekê da were kirin û wê 120 deqeyan dewam bike.
Di LYS-3yan da testa Ziman û Edebiyata Tirkî û testa Cografya-1ê heye.
Ji namzedan wê 56 pirsên Ziman û Edebiyata Tirkî bipirsin û ji bonê 85 deqe dem bidinê.
Di testa Cografya-1ê da jî 24 pirs û 35 deqe dem heye.
Piştî LYS-3yan maratona îsal a LYSê kuta dibe.