DIYARBAKIR
Li Kayapinara navçeya Diyarbekirê polêsek hat kuştin.
Li gor agahiyan Osman Balê (42) ku li navenda polêsan a Çarşiyê ya Sûrê wezîfedar e, piştî ku bi hevalên xwe re pêşbirka Fenerbahçe û Galatasarayê temaşe kir û vegeriya malê, li ber mala xwe ya li taxa Hûzûrevlerê bi komeke ku rêya wî birîn re ket nîqaşê.
Piştî nîqaşê şer derket û Bal hat kuştin.
Bal 11 sal e li Diyarbekirê wezîfedar bû.