Ahmet Aydın
04 Sibat 2016•Rojanekirin: 05 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, fezlekeya ku der barê herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdagê û 3 parlementerên wê Selma Irmak, Sirri Sureyya Onder û Ertugrul Kurkçu da amade kiribû ji Wezareta Dadê ra şand.
Serdozgeriyê lêpirsîna ku bi sedema axaftina Demirtaş, Yuksekdag, Onder û Kurkçu ya bi mijara ragihandina qaşo "xwerêvebirinê" da destpêkirin temam kir. Gumnbaran li Encumena Giştî ya Derasayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCK) ku di 26ê berfanbara 2015an da li Hola Werzişê ya Kayapinarê "xwerêvebirin" îlan kiribûn.
Di çarçoveya lêpirsînê da, Serdozgeriyê, bi sûcên "Bi eşkere tehrîkkirina gel ji bo rik û dijminahiyê" û "Endambûna rêxistina terorê ya çekdar" ji bo rakirina têkilnebûyîna yasayî ya wan, der barê herdu hevserokên HDPyê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdagê û 3 parlementerên wê, Selma Irmak, Sirri Sureyya Onder û Ertugrul Kurkçu da fezleke amade kir. Serdozgeriyê bi vê fezlekeyê daxwaz kir, li gorî maddeya 83yemîna makezagonê, "têkilnebûyîna yasayî" ya gumanbaran bê rakirin.
Fezleke bi mebesta ku ji TBMMyê ra bê pêşkêşkirin, ji Wezareta Dadê ra hat şandin.