Li vir BDPyiyan pêşwaziya parlamenteran kirin. Sariyildiz li vir axivî û destnîşan kir ku hê di girtîgehan de nêzî 10 hezar hevalên wan hene û wiha got: "Heke hikûmet û dewlet di vê pêvajoya çareseriyê ya ku destpêkirine de gavek navêtibin û bila ji me hêvî nekin ku em ji bo vê biryarê kêfxweş bin. Lê gelê me hînî hestiyariyê bûye. Tişta ku dê me rizgar bike yekîtî û hevkariya gelê me ye."
Irmak û Aktaş jî axaftinên xwe bi Kurdî kirin. Li avahiya BDPyê demekê bi partiyiyan re sohbet kirin. Paşê Irmak û Sariyildiz ji bo ku biçin Merdînê, Aktaş jî ji bo ku biçe navçeya Sûrica Rihayê derketin rê.