Fuar û Konferansa Hawîrdor û Vejenê ya Navneteweyî ICCI 2015, sibê li Stenbolê dest pê dike. Ajansa Anadoluyê jî "şirîkê ragihandina global" a konferansê ye. Di fuar û konferansê de wê 36 runiştin û 200 pêşkeşî bên kirin.
Fuar û konferans wê bi slogana "Di Qada Vejen û Pîşeyê de sala 21emîn" li Stenbolê, li Navenda Fuarê ya Yeşîlkoyê dest pê bike û wê 3 rojan dewam bike.
Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî, Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê û Lijneya Verastkirinê ya Piyasaya Vejenê piştgiriyê didin fuarê. Ji 35 welatan 400 şirket wê beşdarî fuarê bibin.
Axaftina destpêkê ya fuarê dê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yıldızê bike. Di fuarê de belavkirina ceyranê, veberhênanên vejenê ya ku dikare bê nûkirin, mewzuata piyasaya ceyranê, sîstemên vejena tavê, kapasîteya hîdrolîk, santralên termîk, vejena nukleer, vejena bayê û mijarên din wê bên axaftin.