Fuara Pirtûkan a CNRyê sibê cara 2yan bi sernava "Sedsaleya Serfiraziya Çeneqqeleyê" vedibe.
Fuar bi destê Holdînga CNRê ve bi hevkariya Yekîtiya Weşan û Çapemeniyê, Wezareta Çand û Tûrîzmê, Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tê vekirin. Fuarê li ser 20 hezar qeremetre erdî hat amedekirin.
Anadolu Agency (AA) bi awayê "Hevkarê Ragihandina Global" e û fuar dê bi sernava "Sedsaleya Serfiraziya Çeneqqeleyê" vebe. 600 marqe û 250 weşanxaneyê beşdarî fuarê bibin.
Di fuarê de qasî 500 hevpeyvîn, çalakiyên ji bo zarokan, pêşengeh, rojên îmzeyê û konserên bên lidaxistin.
- AA yê sitandê veke
AAya ku piştgiriya medyayê dide fuarê yê di çalakiyê de sitandê veke û salnameyên xwe yên 2014an bifroşe.
AAyê di fuarê de pêşengeha "Di Objektîfên AAyê de Sala 2014an" a ku ji wêneyên AAyê pêk tê veke.
Di hedefa fuarê de mamoste, xwendekar, weşanger, pirtûkxane, buroyên wergerê, rojnamevan, nivîskar, edîtor, weşanxane, ajansên telîfê û xwendekar hene. Li bendê ne 350 hezar kes fuarê ziyaret bikin.
Li bendê ne ku fuar bi hevpeyvîn, mêvan, pêşengeh û bêşbaziyan ve dê bala gel bikşîne.
- Pêşengeha "Pola Hababamê"
Di Fuara Pirtûkan a CNRyê de yê "Pêşengeha Pola Hababamê" jî bê vekirin
Li bendê ne ku hin lîstikvanên Pola Hababamê jî beşdarî pêşengehê bibin û di pêşengehê de afîş, karîkatur û wêneyên setê yê bên pêşandan.
Fuarê dê sibê vebe û hetanî 8ê adarê jî dewam bike.