Bername li Salona Sporê bi destê Serokatiya Bajarê Karabukê ya Weqfa Prof. Dr. Necmettîn Erbakan hat lidarxistin. Bernameyê bi xwendina Qurana Pîroz bi dest pê kir.
Serokê Giştî yê Weqfa Prof. Dr. Necmettîn Erbakanê Fatîh Erbakan di bernameyê de axivî û got ew dev ji rêçika Necmettîn Erbakan bernadin.
Erbakan got ku wan tenê ji bo bîranînê bername li dar nexist, di heman demê de hewl didin ku wî fêm bikin û wiha got: "Em li vê derê peyamê ji her kesî re dişînin. Ji bo ku Erbakan xoceyê me wefat kir, hûn beredayî şa nebin. Înşallah li peyê wî bi milyonan Erbakan hene ku ev li doza wî xwedî derdikevin."
Erbakan got ku prensîbên ku pêxemberan vegot û tiştên ku Necmettîn Erbakan xoce gotin zidî hev nînin û wiha pê de çû:
"Ew siyasetmedarekî ji rêzê nebû. Ew merivê doz û dewê bû. Kesên ku doza nêrîna neteweyiyan fêm nekirine, dibêjin ku 'êdî kuta bû'. Em dev ji vê dozê bernadin. Ji bo ku em vê dozê fêm bikin divê em rêgezên wek 'Bêyî îslamê saadet çênabe', 'Bêyî cîhadê îslam nabe', 'Hêza Cenabê Xwedê li dinyayê hêza herî mezin e."
Fatîh Erbakan got ku Necmettîn Erbakan wek Fatîh Sultan Mehmet Han li hemberî zihmetiyan, pes nekir û wiha dewam kir: "Di demeke zor de dest bi vê dozê kir. Tiştên ku 10 salan de dihatin kirin wî di demeke kurt de dikir. Di salekê de hîmê 213 tesîsên sanayiyê çêkir. Gelek fabirqe çêkir. Digotin kes nikare li welatên rojavayê kap biavêje, lê xoceyê me ev nêrîn guherand."
Piştî îlahî û ezgiyan bername kuta bû.