Şal û Şepik û Fîstanên ku cil û bergên herêmî yên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ne niha îxracî Amerîka, Almanya, Fransa, Norveç û Portekîzê tên kirin.
Welatiyên ku li herêmê dijîn cil û bergên herêmî herî zêde di eydî, dewet û rojên taybet de li xwe dikin. Jin fîstan û mêr jî şal û şepik li xwe dikin û bo zarokan jî yên ku li wan bên tên amadekirin.
Berê miletê ji ber tirs û xofê cilên xwe yên herêmî pir li xwe nedikirin lê niha êdî ew tirs nemaye û di nav gel de jî bi dil rihetî fîstan, şal û şepikan tê lixwekirin û di heman demê de îxracî derveyê welêt jî tên kirin.
Di atolyeya ku bi taybetî ji bo dirûtina ev cil û bergên herêmî hat amadekirin de li gor siparişan fîstan û şal û şepik tên dirotin.
Amerîka û Ewropa di serî de ji gelek deverên dinyayê fîstan û şal û şepik tên xwestin.
Mehmet Kaymak ê ku li Diyarbekirê ji bo cilên herêmî atolye vekiriye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo kevneşopiya li herêmê winda nebe biryar dan û cilên didirûn wê îxracî derveyê welêt bikin.
- "Em dixwazin kevneşopiya me dewam bike"
Kaymak destnîşan kir ku li derveyê welêt gelek welatiyên Tirkiyeyê hene û ew gelek eleqe nîşanî cil û bergên herêmî didin û wiha pê de çû: "Ji bo ku kevneşopiya bi salan e li herêmê heye bidome me jî dest bi vî karî kir. Em herî zêde cil û bergên herêmî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Almanya, Fransa, Norveç û Portekîzê re dişînin. Li wan deran dema ku dewet û rojeke taybet hebe şal û şepik û fîstanên ki ji me kirîne li xwe dikin. Milet meraq dike ka ev cil ji kê derê hatine stendin. Bi vî awayî xebata me bi kêrî tûrîzma herêmê jî tê."
Şirîka atolyeyê Nadîde Pehlîvan jî diyar kir ku bi tenê ne ji bo pere ew bi mebesta nasandina welêt û herêmê vî karî dikin û cil û bergên herêmî îxracî derveyê welêt dikin.
Pehlîvanê got ku li ser înternetê ji wan re sparîş tên û li gor dawxaza mişteriyan cil û berg tên amadekirin û hin caran jî ji ber ku sparîş pir zêde dibin atolye têr nake.