Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Mamaka navçeya Enqereyê çû mala dayîka Tanju Sakarya (26). Sakarya di êrîşa mensûbên PKKya rêxistina terorê de cangorî bûbû.
Davutoglu piştî bernameya Cejna Zaferê çû sersaxiya malbata Tanju Sakarya. Sakarya li Şanliûrfayê di Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê Servîsa Acîlê de wezîfedar bû.
Serokwezîr Davutoglu û jina wî Sare Davutoglu çûn mala malbata Sakarya ya taxa Yeşîlbayirê û nêzî 25 deqîqeyan li wê derê man.
Dema ku Davutoglu ji malê derket, bi welatiyên ku li derva bendê bûn re sohbet kir. Welatiyan li ser şaneşînan bangî Davutoglu kir û Davutoglu destê xwe ji wan re hejand.
Davutoglu paşê li wesayîta xwe siwar bû û li ber înşaatekê sekinî. Li vir jî peya bû û çû cem karkerên înşaatê, bi wan re sohbet kir, wêne kişand.
Li taxa ku cinazê cangorî lê bû, komnek ciwan alaya tirk vekir û duruşmeya "Cangorî namirin, welat perçe nabe", "wê hesabê cangorî were pirsîn" berz kirin û tekbîr anîn ziman.