ŞANLIÛRFA
Emîne Erdogana Xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, got "Gelê Kobanêyê heta ku bajarê wan ji nû ve bê îmarkirin mêvanê me ye."
Ji ber vekirina fermî ya kombajara li Sirûcê ya ku kurdên sûriyeyî yên ku xwe sipartin Tirkiyeyê wir dimînin, bername hat lidarxistin. Emîne Erdogana Xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenûr Îslam û Serokê Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîriyê (AFAD) Fûat Oktay, gelek parlementer, burokrat û nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdarî merasimê bûn.
Erdoganê vir axivî û di axaftina xwe de diyar kir ku şer û zarok du peyvên ku nikarin bên bal hev in.
Erdoganê got ku di şer de herî zêde zarok zirarê dibînin, zarok divê li kolanan bilîzin nayê şîrovekirin ku zarok di nav şer de bimînin.
Erdoganê destnîşan kir ku şer gelekî bandorê li ser zarokan dike û wiha axivî:
"Em divê ji zarokên divê li kolanan de bilizîn re îzah bikin ka em şerê çi dikin. Çima ew sibehan bi dengê bombeyan şiyar dibin, ew çima ewqasî nêzî guleyan in. Divê em ji xwe bipirsin ka zarok dê çawa barê giran ê şer bikêşin. Şer herî zêde li zarokan dixe, ji ber ku ne tenê lîstik û pêlîstokên wan ji wan distîne, şer dahatûya zarokan jî ji wan distîne. Ji ber ku şer herî zêde bandorê li ser wan dike. Em wek mezinan divê hesabê vê yekê bidin. Wek civaka navneteweyî divê em hesab bidin ka çima ev mirov mecbûr dimînin ku koçî welatên din bikin."
Erdoganê got "Xanimefendî û Begefendîno, ez dixwazim ku bi hestên berpirsyariyê ji we re bibêjim hûn bi xêr hatin welatê me" û wiha axivî:
"Hûn vê pêşwaziyê wekî bê dudilî derîvekirina mazûban ya ji bo mêvan bibînin. Em nikarin zarokan di bin bombeyan de bihêlin, jinan di nav bêhêvîtiyê de bihêlin û bavan naçar bihêlin. Tirkiyeyê bi vê felsefeyê deriyên xwe heta dawî vekirin."
-"Tirkiye welatê birayan e"
Erdoganê bal kişand ku heta Kobanê normal bibe dê li Tirkiyeyê bi awayekî herî baş mazûvantiya kurdên sûriyeyî bikin û qal kir ku Tirkiye welatekî wisa ye ku kesên ji neteweyên cuda vir bi hev re di nav aramiyê de dijîn.
Erdoganê got ku Tirkiye ev 4 sal in destê arîkariyê dirêjî mezlûmên sûriyeyî û iraqî dike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Gelê Kobanêyê heta ku bajerê wan ji nû ve bê îmarkirin, mêvanê me ye. Welatê me bi tirkmen, ereb û kurdên xwe re welatekî biratiyê ye. Îro jî bi heman nêrînê bêyî ku ferq û mehliya dîn û neteweyê bê kirin deriyên me ji bo hemû mezlûman vekirî ne. Helbet dibe ku em nekarîn we wekî li mala we rehet bidin hîskirin. Di xeyalên zarokan de li kolanên xwe lîstin, di xeyalê jinan de li mala xwe şiyarbûn, di xeyalên mêran de jî her sibe vekirina dezgehên xwe hene. Em jî bi qasî we vê yekê dixwazin lê heta kesên ku ji teror û şer sûd werdigirin hebin, heta ku civaka navneteweyî piştgiriyê bide vê yekê, em mecbûr in ku bi vê rastiyê re rû bi rû bin."
Erdoganê destnîşan kir ku Tirkiye ji bo penaberên sûriyeyî ji çavkaniyên xwe bi xwe 5 milyar û nîv dolar xerc kir. Erdoganê da zanîn ku dê bi hevkariya hemû saziyên kamûyê û yên sivîl dê ev arîkarî berdewam bikin.