SİİRT
Walîtiya Sêrtê konên ku Emîne Erdogan ji bo şahiyê şandibû, ji bo bernameya fitarê jî bi kar anî. Li gor agahiyan kon 2 hezar û 500 kesî dihewîne.
Kon li taxa Koperatîfê hat danîn, binesaziya konî bi betonê hat çêkirin û ji bo hênikahiyê klîmayek jî pê ve kirin. Di konê ku ji aliyê walîtiyê ve hat amedekirin de hezar kesî fitara xwe vekir.
Bernameya fitarê bi xwendina Qur'ana pîroz dest pê kir û Walî Ahmet Aydin li vir axivî. Aydin di axaftina xwe de spasiya Emîne Erdogana ku kon şand, kir.
Parlamenterên AK Partiyê yên Siirtê Afif Demirkiran û Osman Orengelek jî di nav de gelek kes beşdarê bernameya fitarê bûn.