İsmet Karakaş
13 Gulan 2023•Rojanekirin: 14 Gulan 2023
Li çar aliyê Tirkiyeyê sibê saet ji 08.00an heta saet 17.00yî wê gel di çarçoveya Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê da biçe ser sandoqê.
Kesên xwedî mafê raydayînê sibê wê serokomar û endamên parlementoyê yên ku wê heta 5 salan wezîfe bikin, hilbijêrin.
Li 973 navçeyên 81 bajarên welêt ji 191 hezarî zêdetir sandoq wê bên danîn.
Di hilbijartinê da ji nav welêt 60 milyon û 697 hezar û 843 dengdêr wê bikaribin rayê bidin û ji wan 4 milyon û 904 hezar û 672 dengdêr cara ewil e ku wê raya xwe bidin.
Raydayîn li çar aliyê Tirkiyeyê sibê di saet 08.00an da dest pê dike û di 17.00an da wê biqede.
Di pisûlaya hilbijartina serokomariyê da navê Recep Tayyîp Erdogan, Muharrem Înce, Kemal Kiliçdaroglu û Sînan Ogan heye, Muharrem Înce ji namzediya serokomariyê vekişiya lê wê navê wî ji ber ku pisûlayên hatibûn çapkirin da cî girtibû êdî wisa ma.
Di çarçoveya Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn da jî 24 partiyên siyasî û ji seranserê Tirkiyeyê jî 151 namzedên parlementeriyê yên serbixwe hene.
Di hilbijartina serokomariyê ya sibê da heke ji namzedên serokomariyê tu kes ji piraniyê zêde ray hilnede wê tura duyemîn di 28ê Gulanê da bê kirin.