Günay Nuh
22 Sibat 2022•Rojanekirin: 10 Adar 2022
Hîndekarê Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Zanistên Teknîk a Zanîngeha Erdexanê Ozkan Karadavut tevî xanima xwe ji bo nasandina Gola Çildirê ya li ser sînorê Qers-Erdexanê ye derketin ser gola cemed girtî û leyîstin.
Ozkan Karadavut tevî xanima xwe Neva Karadavutê ji bo ku balê bikişîne ser xweşiyên sirûştî yên herêmê hat texma Atalayê ya golê ku li serê bi xizangan ger tê kirin.
Malbatê dengê stranên devera Enqereyê dan hoparlorê û li ser cemedê jî lîstika Enqereyê leyîstin.
Karadavut piştî lîstikê daxuyanî da rojnamegeran û got ku wan xwest balê bikşînin ser Gola Çildirê û di qada nasandinê da bila ev tevgera wan bi kêr bê û wiha domand: "Çar aliyê Tirkiyeyê xweş e lê evder jî têra xwe xweş e. Armanca me nasandina golê bû."
Xanima wî Neva Karadavutê jî got ku cara ewile ew li ser cemedê lîstika Enqereyê dileyîzin.