Türkan Tosun
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê Dibistana Bilind a Pîşeyê bi hevkariya navenda rehabilîtasyon û perwerdeya taybet şahiyeke bafirokê li dar xist, xwendekarên astengdar beşdarî şahiyê bûn.
Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Silopiyê ya girêdayî Zanîngeha Şirnexê bi hevkariya navenda rehabilîtasyon û perwerdeya taybet ji bo 40 xwendekarên astengdar li quntara Çiyayê Cûdiyê şahiyeke bafirokê li dar xist.
Xwendekarên astengdar û yên zanîngehê bi hev ra li quntara Çiyayê Cûdiyê bafirok firandin û bi stranên Kurdî re govend girtin.
Alî Osmanogluyê Hîndekarê Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Silopiyê got armanca wan ew e ku xwendekarên astengdar rojeke xweş bijîn.
Osmanoglu got ew şahiyên bi vî rengî her tim dikin û demek berê jî wan ji bo xwendekarên sendroma downê bi wan re heye şahiyeke wiha li dar xistiye.
Xwendekar Zeynep Taşkinê got bi saya şahiyê wan roja xwe xweş derbas kiriye.
Mamoste Merve Degera ku di navenda rehabilîtasyonê de mamosteya rêberê ye jî spasiya xwendekar, mamoste û rêvebirên zanîngehê kir ku wan şahiyeke wiha li dar xistiye.