Abdullah Tel
23 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2020
Rûyê Gola Hafîkê ya li Sêwasê ji ber hewaya sar cemed girt.
Li bajêr germahiya hewayê di bin sifirê da heta 5 pileyan daket û rûyê Gola Hafîkê jî qeşa girt.
Stûriya berfê li hin cihan heta 2 santîmî heye û çûkên di golê da dijîn zehmetî kişandin.
Qaz û werdekên li dor û berê golê bi destê xwedî û xebatkarên loqanteyên dora golê tên têrkirin.
Bisiklêta behrê, kelek û kanoyên di nav cemedê da man jî bûn dîmenên xweş.