SÎVAS
Li Sêwasê otobêsa rêwiyan qelibî, di encamê de 36 kes birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a bi plakaya 33 CFU 95 ku ajovaniya wê Alî Bakay dikir, li ser rêya di navbera Kangal-Sêwasê de wergeriya kendal.
Di qezayê de digel ajovan Alî Bakay 35 kes birîndar bûn.
Birîndar şandin nexweşxaneyên li Kangal û Gurunê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û tên tedawîkirin.