ANKARA
Serokomar Abdullah Gul qanûna ku guherandina hin qanûn jî di nav xwe de dihewand erê kir. Ev qanûn di Lijneya Giştî ya Meclisê de tevî xala 35an a ku bi awayekî qanûnî ji bo derbeyan rê li ber leşkeran vedikir, hat guhertin.
Bi erêkirina Serokomar Abdullah Gul ve êdî ev qanûn ket rewacê û ji bo leşkeran tiştên nû di nav xwe de dihewîne.
Li gor guhertina pêşnûmayê maf û dayînên leşkerên ku ji hêla endamên rêxistinê hatine revandin an jî ji wezîfeya xwe bên dûrxistin wê bê dayîn.
Leşkerên ku 7 sal xizmetê bikin, piştî leşkeriyê dema ku şert û mercên wan jî baş be dê di saziyên dewletê de bikaribin bixebitin.
Ji bo kesên ku di dema leşkeriyê de bimirin û yan jî birîndar bibin ji bo carekê wê tezmînat bê dayîn û ji xeynî baca mohrê jî wê tu bac ji wê tezmînatê neyê stendin. Lê ew kesên ku bi zanayî zirarê bidin xwe û ji bo leşkeriyê xwe bê feyde bikin dê tezmînatê nestînin.
Xala 35an ya xizmeta hundirîn hat guhertin
Di Qanûna Xizmeta Hundurîn ya Hêzên Biçek yên Tirkiyeyê de pênaseya leşkeriyê hat guhertin û xala 35an ya ku sedema derbeyan di xwe de dihewand jî guherî. Li Tirkiyeyê derbeyên ku heta îro hatine kirin bi hinceta vê xalê dihatin kirin.