ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) bi pêvajoya ji nû ve sazbûnê gelek pêngav avêtin, di vê çarçoweyê de derbasî pergala weşana peyka nû bû û ji bo aboneyên xwe bi peykê jî dest bi şandina xeberên erebî kir. Bi vê guherînê bêyî mesrefekî din leza şandina nûçeyên AAyê ji sedî 110 zêde bû.
Ajansa Anadoluyê (AA) di warê teknolojiyê de binesaziya xwe xurt dike. AA ya ku çavkaniya xebaran ya pêbawer, bilez û rast di weşana xwe ya li ser peyka Turksat 2Ayê dikir di 3ê tebaxê 2013an de derbasî standarda "DVB-S2"ê bû. Pergala DVB-2A ya weşana nû, ligel piştgiriyên pirzimanî, NewsML 1.2 û NewsML 2.9ê xwediyê taybetiya têkiliya yekalî ye û her wiha xwediyê wê şiyanê ye ku di heman demê de bikaribe bi sîstema peykê ya parelel xeberan bişîne.
Xeberên erebî jî li ser peyka Turksat 2Ayê ye
Ajansa Anadoluyê ya ku li ser peyka Turksat 2Ayê xeberên tirkî, wêne û vîdeoya dişîne, dest pê kir êdî xeberên erebî jî li ser peyka Turksat 2Ayê dişîne. Dîrektoriya Zanîna Teknolojîk ya ku taybetiyên pergala weşana peykê yên pirvebijêrk bi kar tîne, ji bo xeberên erebî li ser peykê bên neqilkirin xebatên pêwîst kir û ji bo bikaranînê amade kir. Bi vî awayî aboneyên berhemên AAyê di demeke pir kurt de derbasî sîstema xwe bikin, xebatên xwe ya nûçeyan bi lez bikin.