Nihat Kavşut
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2019
Mehmet Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Halk Bankê yê berê ku li Amerîkayê di doza mueyîdeyên dijî Îranê da sûcdar hatibû dîtin û ji girtîgeha tê da bû hat berdan, hat Tirkiyeyê.
Balafira sefera TK 2yê ya Rêhewayên Tirkiyeyê ku Atîlla tê da bû û ji Balafirgeha New York JFKyê bi rê ket di saet 11.30yan da daket Balafirgeha Stenbolê.
Mehmet Hakan Atîlla di 19ê Tîrmehê da ji girtîgehê hatibû berdan û ji bo kar û barên dersînorkirinê şandibûn navenda binçavkirinê ya York County Prîsonê.
Atîlla di 27ê Adara 2017an da li Balafirgeha New York JFKyê hatibû binçavkirin û ji ber sûcdarkirina binpêkirina mueyîdeyên dijî Îranê wek bersûcê tekane yê dozê hatibû darizandin. Juriya dadgehê ji 6 sûcdarkirinê dijî Atîlla 5 sûcdarkirinan di cî da dîtibû û di îdiaya "pereyê dereqanûnî da" Atîlla sûcdar nehatibû dîtin.
Hakan Atîlla di doza mueyîdeyên dijî Îranê da bi îdiaya ku sûcdar e 32 meh cezayê hepsê xwaribû.
Karsaz Riza Sarrafê bi binpêkirina mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Îranê dihat sûcdarkirin jî di 19ê Adara 2016an da hatibû girtin û Riza Sarraf demeke kurt piştî darizandinê sûcdarkirinên der barê xwe da qebûl kiribû û bi dozgeriyê ra hevkariyê kiribû.