29 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2015
BITLÎS
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Vedat Demiroz wiha got: "HDP bi temamî di navbera PKK, PYD û KCKyê da maye."
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Vedat Demiroz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "PKK/KCKya rêxistina terorê agahiyê dide rêvebiriyên navçe û bajaran ên HDPyê û bi daxuyaniyên xwe bangî hilbijêran dikin da ku rayê bidin HDPyê."
Demiroz destnîşan kir ku rêxistina terorê bi daxuyaniyên xwe di hilbijartinê da piştgiriyê dide HDPyê û wiha got: "Piştî 7ê hezîranê hevseroka wan di daxuyaniya xwe da got ku 'Me pişta xwe daye PKK, KCK û PYDyê.' Xuya ye legalbûna HDPyê nemaye. Ev jî nîşan dide ku HDP di çi halî da ye û xizmeta kê dike. Têkiliya wê bi kurdan ra tuneye û bi rêxistinên terorê ra hereket dike. Parlementerên HDPyê diçin çiya û pesnê wan didin. HDP bi temamî di navbera PKK, PYD û KCKyê da maye."
- "Di demokrasiyê da ciyê vê tuneye"
Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Burhan Kayaturk jî diyar kir ku berê jî PKKya rêxistina terorê ji bo HDPyê ray xwest û got ku HDP û rêxistin di heman rêyê da ne.
Kayaturk diyar kir ku HDP û rêxistina terorê di heman helwestê da ye û wiha xeberda: "Demirtaş heta dikare bila li sazê bixe, her kes dizane ku bi hev ra tevdigerin. Rêxistina terorê tenê rayê naxweze, dibêje ezê yên rayê nedin ceza bikim. Di demokrasiyê da ciyê vê tuneye."
Kayaturk diyar kir ku divê gel netirse û here ser sindoqan.
Rayedarên PKKya rêxistina terorê di dîrokên cuda da di daxuyaniyên xwe da gotibûn ku bi taybetî li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê rayê bidin HDPyê.