ANKARA
Di nîva duyem a sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2014-2015an de, dê li xwendekaran şîr bê belavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê hilda "Bernameya Şîrê Dibistanê" ya ku bi tevkariya Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî, Wezareta Xurek, Çandinî û Sewalkariyê û Wezareta Tendûristiyê ve di sala 2011an de hatibû amadekirin dê di nîva duyem a sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2014-2015an de jî bikin rewacê.
Dê roja duşem, çarşem û înê bi tevahî heftê 3 rojan şîr belavî xwendekaran bikin.
Di çarçoveya bernameyê de û li gor biryara Lijneya Wezaretê dê dibistanên fermî û taybet ên pêşdibistan; li xwendekarên pola sepandinê, pola pêşdibistanê û xwendekarên dibistana destpêkê şîr belav bikin.
- Di çarçoveya bernameyê de dê li 6 milyon û 401 hezar û 116 xwendekaran belav bikin
Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî, daneyên der barê hejmara xwendekarên dê li wan şîr belav bikin de ji Wezareta Xurek, Çandinî û Sewalkariyê re şand. Li gor daneyan di bernameyê de 5 milyon û 848 hezar û 375 xwendekarên ku destûra wan heye, 552 hezar û 741 xwendekarên ku destûra wan nîne hene. Tê plankirin ku bi tevahî li 6 milyon û 401 hezar û 116 xwendekaran şîr belav bikin.
Tê plankirin ku digel şîr mewîj jî dê belav bikin û hat ragihandin ku xebatên derbarê belavkirina mewîjan de jî dewam dikin.