SAKARYA
Stenbolê bendav ji sedî 89,91, li Enqereyê jî sedî 34 tije bûn.
Nûçegihanê AAyê ji Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê, şaredariyan û îdareya kanalîzasyonê der barê rêjeya tijîbûna bendavan de agahî bi dest xist.
Li gor agahiyan bendavên Stenbolê Omerlî ji sedî 98,22, Pabuçdere ji sedî 91,62, Sazlidere ji sedî 55,70, Buyukçekmece ji sedî 81,29, Alîbey ji sedî 100, Terkos ji sedî 99,22, Kazandere ji sedî 100, Elmali ji sedî 93,21, Darlik ji sedî 90,87 û Istrancalar jî ji sedî 100 tije ye.
Bi giştî rêjeya tijîbûna bendavên Stenbolê ji sedî 89,91 e.
Li Enqereyê jî Elmadag ji sedî 84, Kurtbogazı ji sedî 34, Kavşakkaya ji sedî 58, Egrekkaya ji sedî 50, Çamlidere ji sedî 29, Akyar ji sedî 55 û Çubuk ji sedî 25 tije ye.
Bi giştî rêjeya tijîbûna bendavên paytext Enqereyê ji sedî 34 e.
Li Îzmirê bendava Tahtaliyê ji sedî 62,39, Balçova ji sedî 72,17, Urkmez ji sedî 84,67, Guzelhîsar ji sedî 86,70, Gordes ji sedî 17,90 û Alaçatî Kutlu Aktaş ji sedî 38,91 tije ye.
Li Bursayê rêjeya tijîbûna bendava Nîluferê ji sedî 87,89, Doganci ji sedî 80,48 e.