Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadî got ku Hewlêr wekî "Paytexta Turîzmê ya Welatên Ereban yê 2014an" hat hilbijartin. Lê ji ber êrîşên DÎŞIyê yên ser herêmê hejmara turîstên ku tên kêm bû.
Hadî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bandoreke neyînî ya şer li ser herêmê çêbû, ji ber şer di qada bazirganî û turîzmê de kes sermiyan dananî û wiha dewam kir: "Sektora aborî û turîzmê ya Hewlêra ku Paytexta Turîzmê ye Welatên Ereban yê 2014an hat hibijartin paşve ma. Ji ber êrîşan hejmara turîstan ên ku hatin herêmê kêm bû."
Hadî got ku hikûmeta navendî ya Iraqê ji meha sibatê vir ve para HKIyê ya ji butçeyê neda û wiha dewam kir: "Ji ber ku hikûmeta navendî para HKIyê ya ji butçeyê neşand, gelek projeyên girîng nîvco man."
Hewlêr wek bajarê herî mezin ê Herêma Kurditanê tê zanîn. Di heman demê de ji penaberên ji herêmên din ên Iraqê û Sûriyeyê hatin re jî malovaniyê dike. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin li herêmê kirêya xaniyan gelek zêde ye. Herwiha ji ber ku hejmara wesayitan li herêmê zêde bû, pirsgirêka trafîkê jî derket holê. Berî şer li herêmê lîtreya benzîn bi 40 sentî bû lê niha benzîn bi 75 sentan tê firotin.