AGRI
Komeleya Ciwana ya Çand, Perwerde û Turîzmê ya Agiriyê (KCÇPT) li Agiriyê "Konferansa Berhemên Ehmedê Xanî" li dar xist.
Konferans li Hêwana Konferansê ya Aydin Kasar hat lidarxisitin û Serokbajarê AK Partiyê Abdurrahman Çetîn, Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Muhsîn Bûlût, Serokê Komeleya Çand, Alîkarî û Piştevaniyê Mehmet Îzcî, Serokê Civata Rojnamegeran yê Agiriyê Aleattîn Aslan, Serokê Komeleya Ciwana ya Çand, Perwerde û Turîzmê ya Agiriyê Serdar Yildiz, Serokê ASKFyê Erkan Kosedag û welatî, beşdarî konferansê bûn.
Serokê KCÇPTyê Yildiz di destpêka konferansê de axivî û got ku Alimê Kurd Ehmedê Xanî di sedsala 17an de jiyaye û li herêma ku lê jiyaye wekî "Xanî Baba" tê binavkirin.
Yildiz wiha got: "Ehmedê Xanî çand e. Him dikare felsefeya evîna mecazî bike him jî bi evîna rastî baş dizane. Di heman demê de alimekî Îslamê yê û zehf pêş ketiye. Em wek komeleya ciwana dixwazin li vî zatî xwedî derkevin."
Serokê Komeleya Çand, Alîkarî û Piştevaniyê Mehmet Îzcî got: "Xanî bêsiûd e. Di serdema xwe de rastî bişaftinê hatiye. Di wê serdemê de Ehmedê Xanî baş nehatiye fêmkirin. Heke bihata fêmkirin dê îro ev pirsgirêkên siyasî nebûna."