19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
HAKKARÎ
Wezareta Perwerdeyê ya Netewî di salên dawîn de li bajarê Hekariyê dibistanên modern û pansiyonên nû çêkirin. Hekarî bi van veberhênanan ve hewl dide ku di qada perwerdeyê de pêş ve here.
Li bajêr qasî 75 hezaran xwendekar û 4 hezaran jî mamoste hene.
Li navendê û navçeyan 20 lîse, 38 dibistanên seretayî û navîn, 3 salonên werzîşê, 6 atolye, 12 pansiyon, li gundan 98 lojmanên mamosteyan, avahiyê mamosteyan ya ku 160 nivîn lê heye, 2 avahiyên perwerdeya gel û navendeke lêkolînê ya rêberiyê tê çêkirin.
Di 3 salên dawîn de li giştiyê bajêr ji bo perwerdeyê 269 milyon û 336 hezar û 805 lîre hat xerckirin.
- "Ji bo Hekariyê veberhênanên cidî hatin kirin"
Walî Yakup Canbolat ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hikûmetê ji bo Hekariyê veberhênanên cidî kiriye û wiha axivî: "Ji bo pêşeroja bironahî ya Tirkiyeyê, ji bo ku Hekarî di rêzên pêş de cih bigre em dixebitin. Veberhênanên ji bo perwerdeyê tên kirin, ji bo mirovan tê kirin.Ji bo dewlemendiya welêt û zarokên xwedî nirxên neteweyî û manewî hene ev xebat girîng in."
Canbolat wiha dewam kir: "Perwerdeya zarokan girîng e. Dewleta me jî bi vê nêrînê ji para herî mezin a budçeyê ji bo perwerdeyê xerc dike. Em jî wek walîtî hewl didin ku bi awayekî zanistî, teknolojîk û estetîk xebatên perwerdeyê bimeşînin."