Bi hezaran welatî serê sibê ji bo bîranîna 90 hezar leşkerên ku di Hareketa Sarikamişê de şehîd ketin li Kizilçûbûkê civiyan.
Miftiyê Qersê Mehmet Genç û yên pê re Qur'an xwendin û dia kirin. Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç, Waliyê Qersê Eyup Tepe, parlementerên Ak Partiyê yên Qersê Ahmet Arslan û Yunus Kiliç û gelek rayedarên leşkerî beşdarî bernameyê bûn.
Wezîr Kiliç li vir axivî û got: "Îro em hûn, sibê zarokên me, neviyên me înşeallah dê di paşerojê de weke ku em cangoriyên xwe bi bîr tînin ew ê jî me bi bîr bînin û ji me re dia bikin. Yên ku li vir şehîd bûn, hemû bi baneşana Allah Allahê şehîd ketin. Bi hezkirina gel û welat şehîd ketin. Înşeallah em ê jî bi vê şiûrê ji gel û dewleta xwe re xizmetê bikin. Îro li vir parlementerên me, şaredarên me, waliyê me û birokratên me hene, lê em ê vê meşê hemû bi hev re, bi we û ciwanan re bikin. Ne tenê bi ciwanan re bi hemû kesên ku hatin vir re em ê bimeşin. Li hemû deverên welatê me îro Sarikamiş tê bibîranîn, ji bo wan dia tê kirin, mewlûd tê xwendin. Xwedê kebûl bike înşeallah. Em ê niha dest pê bikin û 8 kîlometro nîv bimeşin. Em ê hemû bi hev re wek 99 sal berê bikevin milên hev û bimeşin înşeallah. Xwedê ji we hemûyan razî be.
Piştre Kiliç û kesên pê re dest bi meşê kirin. Meş dê li Goristana Cangoran ya Sarikamişa Jorê biqede.