ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê der heqê bûyerên terorî û operasyonên ku li ser PKK û DAEŞê tên kirin de daxuyanî da rojnamegeran.
Davutoglu destnîşan kir ku ji bo operasyonan bi hûrgilî xebitîn, encamên wan hesab kirin û wiha pê de çû: "Di operasyonên hevdem ên ku li 22 bajarên hatin lidarxistin de pêr 302, duh bi şev jî 288 endamên terorê bi destê esker û polêsên me ve ji her sê rêxistinên terorê hatin binçavkirin. Heta niha 590 kesên ku têkîliya wan bi rêxistina terorê re hene, ji bo ewlehiyê gef in hatine binçavkirin."
Serokwezîr destnîşan kir biryara lidarxistina operasyonan di lûtkeya ewlehiyê ya dawîn de hildan û beriya wê jî bi rayedarên ewlehiyê û eskeriyê yên beşdarî civînê bûbûn re nirxandin hatin kirin û axaftina xwe wiha domand:
"Bi rojan e, ji bûyera Sirûcê heta niha ez bangî hemû serokên partiyan dikim û dibêjim werin em bi hev re li dijî teror û tundiyê deklerasyoneke hevpar biweşînin. Lê bersiveke erênî hat dayîn? Ez ji Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re spas dikim. Ji bilî wî yên din guh nedan bangewaziya me."
Davutoglu got ku îro ji ser têlefonê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re xeberda û wiha dewam kir: "Îro serê sibehê min bi birêz Barzanî re xeberda. Me bi Birêz Barzanî re bi qasî saetekê rewş nirxand. Min jê re qala sedem û taybetiya operasyona ku Tirkiye dibe ser Bakurê Iraqê kir. Birêz Barzanî jî diyar kir sedemên maqûl ên operasyonên ku Tirkiye him dibe ser PKKê û him jî dibe ser DAEŞê hene û di vê meseleyê de piştgiriya didin Tirkiyeyê didomînin."
Serokwezîr bal kişand ser ewlehiya pergala kamuyê û bi taybetî dûpa tkir ku berdêla wê çi be wê bê dayîn heke wisa nebe di pêşerojê de ji ber vê wê zirareke mezin bigihêje nifşên nû û hevokên xwe wiha domand: "Tu kes bira li hemberê dewleta Komara Tirkiyeyê û miletê me şêweya tehdîtê neemilîne. Yê ku gefê bi xwe dê bertekê jî bibîne. Kî çi bike ewê derkeve pêşiyê. Dema ku asayîşa qamûyê carekê tehdît kirin, ne maşeyên di destê wan de û derûdorên ku xapandine, em ê rasterast bersivê bidin navenda ku kana vê tehdîtê ye. Ji ber hindê roj hatiye ku hewce ye kerkes hişê xwe bide serê xwe."