ANKARA
Serokwezîr Amet Davutoglu li ser têlefonê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî re xeberda.
Li gorî agahiya ku ji jêderên Serokwezîrtiyê hat wergirtin, Davutoglu di têlefonê de di serî de DAEŞ, PKK û DHKP-C der heqê operasyonên li dijî hemû rêxistinên terorê agahî da.
Hat destnîşankirin ku Davutoglu li ser girîngiya têkoşîna bi terorê re sekinî û wiha got: "Heta ku rêxistina terorê PKK dawî li çalakiyên xwe yên li hemberê Tirkiyeyê neyne, ewê miraceatî her cure tevdîrê bikin. Ji hêla ewlekarî û aramiya herêmê ve tevî Rêveberiya Herêma Kurd em girîngiyê didin hevkariya bi hemû hevkarên herêmî."
Barzanî jî ji bo welatî û peywirdarên ewlekariyê yên ku di êrîşên van rojên dawîn de hatin şehîdkirin sersaxî da û got ku ew rola Tirkiyeyê ya di warê ewlekarî û aramiya herêmê girîng dibînin.
Ji xeynî vê hat diyarkirin ku Barzanî bi dewamî ev jî got: "Tirkiye li aliyekî hewl dide ku sîstema demokratîk ava bike û li aliyekî jî bi xweragirtî helwesta xwe ya li hemberê tehrîkên rêxistinên terorîst diparêze. Em vê helwesta Tirkiyeyê teqdîr dikin."