PARÎS
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande her çiqas di bernameya wî ya fermî da nehatibe eşkerekirin jî derket holê ku roja yekşemê li Qesra Elyseeyê bi lijneya PYDyê ra hatiye bal hev.
Hollande bi Hevseroka PYDyê Asya Evdila û rayedara jin û zarokan a PYDyê Nesrîn Evdila ra hat bal hev. Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê ji bo li dijî DÎŞIyê şer bikin, ji Fransayê alîkariya çek û lojîstîk hatiye xwestin.
Her du rayedarên PYDyê di civîna çapemeniyê da diyar kirin ku cara ewil e bi Hollande ra tên bal hev.
Qesra Elyseeyê jî hevdîtina bi lijneya PYDyê ra derew dernexist.
Hollande wê îro li Qesra Elyseeyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî qebûl bike.