13 Gulan 2016•Rojanekirin: 14 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksekê ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dabû destpêkirin da hatibû binçavkirin piştî biryara dadgehê hat girtin.
Yuksek di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê birêve dibe da di 10ê gulanê da bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" hat binçavkirin.
Yuksek piştî ku li dozgeriyê îfade da û muameleyên wî yên li wê derê bi dawî bûn bi daxwaza bê girtin sewqî dadgeha nobedar hat kirin.
Dadgehê biryar da ku Yuksek "endamtiya rêxistina terorê" dike û bi vê hincetê der heqê wî de biryara girtinê da.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr di 10 gulanê de li ber avahiya Navenda Giştî ya DBPyê Yuksek binçav kiribûn.