27 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
BRUKSEL
Hevserokê HDPyê Selahattîn Demirtaş li Brukselê bi Serokê Parlementoya Ewropayê (PE) Martîn Schulz re hat bal hev.
Demirtaş li Brukselê ziyaretên xwe didomîne.
Demirtaş û Schulz qasî nîv saetan hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehat dayîn.
Selahattîn Demirtaş piştî vê hevdîtinê di Civîna Koma Sosyalîst ya Parlementoya Ewropayê de axaftinek kir.
Demirtaş duh di Konferansa Kurd û Tirkiye ya Parlementoya Ewropayê ya 12emîn a de axivî. Ew ê roja înê di 29ê çileya paşîn de vegere Tirkiyeyê.