Salih Bilici
16 Gulan 2016•Rojanekirin: 17 Gulan 2016
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dizayî pêşwazî li heyeta Ajansa Anadoluyê ku ji Dîrektorê Operasyonên Navneteweyî Îbrahîm Yumakli, Dîrektorê Zimanên Biyanî Mehmet Ozturk, Kordînatorê Herêma Rojhilata Navîn û Afrîqayê Mucahit Muhammet Soykan, Edîtorê Nûçeyên Kurmancî Ramazan Toprak û Edîtorê Nûçeyên Soranî Salih Bilici pêk dihat, kir.
Hevdîtina ku di meqamê Dizayî da rêveçû da, Mehmet Ozturk li ser navê heyeta AAyê axivî û anî ziman ku li her sê wîlayetên Herêma Kurdistana Iraqê Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê ofîsên Ajansa Anadoluyê hene. Herwiha Ozturk bal kişand ser wê yekê ku Ajansa Anadoluyê take ajansa navneteweyî ye ku li wê herêmê bi zimanê kurdî weşanê dike û li herêmê xwediyê giraniyekê mezin e.
Mehmet Oztürk bibîr anî ku Ajansa Anadoluyê li 84 welatan bi nûçegihanên xwe û li 34 welatan bi ofîsên xwe bi 10 zimanan weşanê dike xizmetê digihîne toreke gerdûnî ya berfireh.
Dîrektorê Zimanên Biyanî Ozturk got, "AA bi 61 ajansên nûçeyan ra di hevkariyê da berdewame û bi kanalên weke Getty Images, AFP Image Forum, DPA Picture Alliance, Contacto û Scanpixê jî hevkariyê dike."
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Dizayî jî kêfxweşiya ji xebatên AAyê yên li herêmê ra anî ziman û got, "AA bi nûçegihaniya xwe ya objektîf çavkaniyeke dilsoze ji bo medyaya herêmê."
Piştî axaftinan Mehmet Ozturk Salnameya AAyê ya 2015an bi diyarî da Sefîn Dizayî.