ANKARA
Hat ragihandin ku heyata ji Cîgirseroka Koma BDP Pervîn Buldan, parlementer Îdris Baluken û parlementerê Stenbolê yê HDP Sirri Sureyya Onder pêk dihat ji girava Îmraliyê vegeriya û ji Abdullah Ocalan peyamek anîn.
Ji beşa çapemeniyê ya BDPê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û li gor vê Ocalan di peyama xwe de got: "Ew dîmenên vîdeoyê yên ku van çend rojên dawîn bi montajê diweşînin di çarçoveya planeke nepenî de tê kirin da ku pêvajoya aştiyê biqede an jî girîngiya wê bê têkbirin."
Ocalan di peyama xwe de îdia kir ku "ew hevokên pêş û paşê wan hatine qutkirin, bi hinek hevokên din ve hatine zeliqandin û li gel dîmenan hatine weşandin, tu eleqeya wan bi rastiyê re tuneye."