ANKARA
Heyeta ku parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav de ne ji bo ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin çûn girava Îmraliyê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên partiyê hatin hildan di heyetê de cîgirserokên koma BDPyê Pervîn Bûldan û Îdris Balûken, ji HDPyê jî parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder heye.