DIYARBAKIR Elîf Orhan
Hîndekarê Zanîngeha Amsterdamê Dr. Michilel Leezenberg li ser ziman û wêjeya kurdî xebatên akademîk dike û Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî wergerand zimanê hollandayî. Leezenberg got ku em der barê bandora medreseyan a li ser kurdan de zehf tiştan nizanin lê li gor min bandora medreseyan a li ser pêvajoya standartbûna ziman gelekî girîng e. Ji ber ku di medreseyan de berhemên wekî Mem û Zînê dihatin xwendin û nivîsandin, destnivîsarên Mem û Zîn di medreseyan de hatin nivîsandin, ji ber vê yekê rola medreseyan di standartbûna zimên de gelekî girîng e û medreseyan bi arîkariya çand û wêjeyê roleke gelekî girîng lîst.
Hîndekarê Zanîngeha Amsterdama Hollandayê Dr. Michiel Leezenberg beşdarî "Sempozyuma Navneteweyî ya Ziman, Dîn û Nasnameyê" ya ku ji hêla Kovara Nûbiharê ve li Diyarbekirê hat lidarxistin bû û daxuyaniyeke kurdî da nûçegihana AAyê.
Hîndekarê hollandayî Dr. Leezenberg sedema eleqedarbûna xwe ya li ser kurdan û kurdî qise kir û diyar kir ku cara ewil gava hat Diyarbekirê kesî nedixwest bi kurdî biaxive û kesî nediwêriya ku bi kurdî biaxive û bêje ku ez kurd im û wiha axivî: "Ev mijareke gelekî girîng e, niha berevajiyê vê rewşê heye, li Diyarbekirê sempozyumeke navneteweyî ya bi navê ziman, dîn û nasnameyê tê lidarxistin û zimanê sempozyumê jî kurdî ye û her kes dikare başdar bibe. Lê em heya niha jî li ser dîrok û çanda kurdî zehf tiştan nizanin. Min jî xwest ku ez der barê kurdan de bêtir tiştna hîn bibim. Ji ber vê yekê jî min ji ziman dest bi xebatê kir û hê jî xebatên xwe didomînim. Heke Xwedê hez bike dê ezê hê jî bidomînim. "
Dr. Leezenberg rê û rêbaza xwe ya wergerandina Mem û Zîna berhema Ehmedê Xanî qise kir û got ku "Wergerandina Mem û Zînê karekî hinekî zehmet bû lê gelekî xweş û şêrîn bû. Ji ber ku berhemeke klasîk bû, zanista tesewufê, dîn û gelek peyvên farisî jî tê de hebûn, wergerandina wê hinek wext girt. Di dema wergerê de bi taybetî hewcehiya min bi ferhengeke klasîk û peyvên farisî hebû. Min Mem û Zîn du caran wergerand. Cara ewil min herf bi herf wergerand pişt re min xwest ku wekî helbest wergerînim." Leezenberg destnîşan kir ku ji wergerê gelek kêf girt û diyar kir ku xebatên xwe hêj tam neqadandiye û got ku çapxaneyeke hollandayî dixwaze ku çap bike, Xwedê hez bike dê em ê sala bê çap bikin.
Leezenberg li ser nîqaşên ku dibêjin kurdî ji çend zarava û diyalektîkan pêk tê zimanekî ne şaristaniyêye jî sekinî û xebatên Elî Teremaxî û Ehmedê Xanî qise kir. Dr. Leezenberg got ku "Li medreseyên Kurdistanê hêj ji sedsalên 17 û 18an ve kurdî wekî zimanê zanistî dihat xwendin û nivîsandin. Nûbihara Biçûkan û Eqîda Îmanê ya Ehmedê Xanî ji pirtûkên ewilîn in ku li medreseyên Kurdistanê hatin xwendin û jiberkirin. Ev berhema Elî Teremaxî jî ji bo standartbûna zimên gelekî girîng û bi nav û deng e. Yekem pirtûka rêzimana kurdî ye. Pirtûk ji 45 rûpelan û pêk tê û di pirtûkê de beşên rêzimana erebî, farisî û kurdî hene. Elî Teremaxî bixwe jî di pirtûka xwe de gotiye ku ji bo kurdan ilmê sarfê yanê rêziman û morfolojiyê lazim e."
Leezenberg diyar kir ku divê kurd bi zimanê xwe zanistê bikin û axftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo zanista bi zimanê kurdî di sedsala 18an de 250 sal berê di demeke zû de, nivîsandina pirtûkeke rêzimanê pêvajoyeke gelekî girîng û balkêş e. Elî Teremaxî jî dibêje ku zanîna serfê ango rêzimanê ji bo rast axaftinê gelekî girîng e. Yanê heke rêziman nebe, zanîna zimên nebe hûn nikarin zimanê xwe rast biaxivin. Wî di heman demê de erebî jî xeber dida û dinivisî. Di heman demê de xebateke ku dikare kurdî standart bike dikir. Heya roja me jî ev pirtûka biçûk lê gelekî bi qîmet di medreseyên Kurdistanê de hat xwendin û jiberkirin. Di heman demê de telebeyên medreseyan ev pirtûk wekî pirtûka standart a rêzimana kurdî dîtine. Pirtûka rêzimanê ya Elî Teremaxî, Nûbihara Biçûkan û Eqîda Îmanê ya Ehmedê Xanî nîşan didin ku kurdî zimanê nivîskî ye. Em bi pirtûkên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin dikarin bibêjin ku kurdî zimanê şaristanî û zanistê ye. Ez bawer dikim ku ev xebat ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû kesên ku bi kurdî re eleqedar dibin gelekî girîng e. "